Otombîleke mayînkirî di çekdarên Mertala Feratê de teqiya

Otombîleke mayînkirî di çekdarên Mertala Feratê de teqiya

Jêderên leşkerî yên Tirkiyê ragihandin ku otombîleke mayînkirî di hejmarek çekdarên operesyona Mertala Firatê, de li başûrê rojavayê Cerablusê teqiya û rêxistina DAIŞê ev operesyon avête ser milê xwe.

Ajansa Doxan ya Tirkiyê li ser zarê hin jêderên leşkerî yên Tirkî da zanîn ku di şeva bûrî de li nêzî bajarokê El-Xendûra ku 10 KM dikeve rojavayê Cerablusê de otombîleke mayînkirî di grûpeke çekdarên dijberiyê yên ku di operesyona Mertala Feratê de beşdar bûn teqiya, di encamê de 3 çekdar û 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û hejmarek leşkerên din birîndar bûn û ji aliyê xwe ve rêxistina DAIŞê berpirsiyariya xwe li hember vê operesyonê nîşan kir.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات