Wezîrê berevaniyê yê Amerîkî Aşton Karter îro Pêncşemê ragihand, ku Yekîneyên Parastina Gel YPGê ji bajarê Minbicê derketine.
Daxuyaniya wezîrê Amerîkî hat piştî civînekê ligel hevkarê xwe yê Tirk Fikrî Îşik li Londonê û tê zanîn, ku derketina hêzêzn Kurdî, ku Tirkiyê wan weke terorîst bi nav dike, yek ji daxwazên vê dewletê bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku bi armanca rêgirtina li ber gihandina Efrîn û Kobaniyê ji hêla hêzên Kurdî ve, artêşa Tirkiyê di dawiya meha bûrî de dest bi operasyona bi navê ’’Mertalê Feratê’’ kir û ji wê demê de, êrîşên Tirikyê dijî hêzên YPGê berdewam in.
التعليقات (0)