Fermandariya YPGê: DAIŞ û Tirkiyê bi hevre êrîşî me dikin

Fermandariya YPGê: DAIŞ û Tirkiyê bi hevre êrîşî me dikin
Yekîneyên Parastina Gel YPGê ragihandin ku êrîşên Artêşa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewamin.

Fermandariya YPGê di rêya daxuyaniyeke fermî re diyar kir ku di berdewamiya destdirêjiya Tirkiyê li dijî sîstema federaliya Rojava û Bakurê Sûriyê, Artêşa Tirkiyê êrîşî hin xal û bargehên YPGê, Asayîş û erkê xweparastinê kirin û di encamê de hejmareke şervan jiyana xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûn.

Daxuyaniyê aşkere kir ku di heyama destdirêjî û êrîşên Tirkiyê, çekdarên rêxistina DAIŞê êrîşî gundê Til Usman yê nêzî bendava tişrînê kirin, lê şervanên Kurd û Ereb ew êrîş têk birin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات