Şêwermena serokê rêjîma Sûrî Bûseyna Şe`ban diyar kir ku rêjîmê saziyên xwe li bajarê Hesekê vala nekirine.
Bûseyna Şe`ban li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê ragihand ku rêjîma Sûrî saziyên xwe li bajarê Hesekê vala nekirine û hîn jî di bi destên rêjîmê de ne, ji aliyê xwe parêzerê Hesekî Mihemed Zeal El-Elî diyar kir ku şerê vê dawiyê yê di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPGê ji aliyekî ve û rêjîma Sûrî û mîlîşeyên wê ji aliyekî din ve bandor li ser rewşa bajarê Hesekê kiriye û gelek saziyên hikûmetê rastî diziyê hatine.
التعليقات (0)