Enqera: Li Sûriyê ne tenê YPGê şerê DAIŞê dike

Enqera: Li Sûriyê ne tenê YPGê şerê DAIŞê dike
Berdevkê Serokatiya Tirkiyê Iberahîm Kalîn di hevdîtinekê de ligel kenala NTV ya Tirkî, derbarê operasyona Mertala Feratê zaniyarî eşkere kirin û dibêje ku, piştî xeta Izaz û Cerablûsê bihev hatiye girêdan, êdî sînorê terorîstên DAIŞê ligel Tirkiyê nemaye, lewma em ê ber bi bajarê Babê ve pêşve biçin.

 

Herwiha Kalîn behsa wê yekê jî kir ku, ne tenê YPGê şerê DAIŞê dike, lê belê Artêşa Azad jî bi piştevaniya Tirkiyê wî şerî dike.

 

Gotinên Kalin di demekê de ne ku, YPGê jî xwe amade dike ber bi Babê ve biçe, bi mebesta ku ew kantonên Efrîn û Kobaniyê bighînin hev.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات