Rêxistina çavdêriya mafên mirvan (Human Rights Watch) di raporeke xwe de ragihand, ku hin wêneyên nû yên spûtnîkê eşkere dikin, ku rewşa bi dehên hezaran ji welatiyên Sûrî yên li ser sînorê Urdunê asê mane gelekî zor e.
Li ser vê yekê cîgirên rêvebirê şaxê Rojhilta Navîn li nik rêxistinê Nedîm Horî got:’’Wêneyên spûtnîkê tekez dikin, ku rewşa mirovahî li kampa El Rekban çareser nûbûye, lê belê ew dijwartir dibe’’. Horî doz li Urdunê kir, ku rê li ber derbaskirina alîkariyan veke.
Li gorî HRW, hikûmeta Urdunî bi hezaran welatiyên Sûrî li çolekê, li bakurî çeperekî axî hiştine, û ji dema êrîşa DAIŞê, ya Hezîrana bûrî e, ku li ser qereqolekê pêk hatibû, êdî hikûmeta Urdunî derbaskirina alîkariyan jibo dora 70 hezar welatiyên Sûrî li deverê qedexe kir.
Li gorî zaniyariyên Neteweyên Yekbûyî, dora 655 hezar penaberên Sûrî yên qeydkirî li Urdunê hene. Bi giştî, ji destpêka krîza Sûrî ve,hejmara penaberên vî welatî li seranserî cîhanê gihaye 4.6 milyonî.
التعليقات (0)