Mêrkil berevaniya siyaseta xwe ya penaberan dike

Mêrkil berevaniya siyaseta xwe ya penaberan dike

Şêwirmenda Almanî Angêla Mêrkil tawanbarkirinên hikûmeta federal di derheqê wê de, libarê kêşeya penaberan red kirin û di civîneke parlementoyê de got, ku rewş aniha ji ya beriya salekê baştir e, û tekez kir ku tevî wê yekê jîm lê hêj gelek pêngav divê werine avêtin.

Li aliyekî din, Mêrkil tekezî li ser wê yekê kir, ku hikûmeta federal dê gavên guncav di warê ewlekariyê de bavêje û got:’’Welatî dikarin di çarçoveya karînên me yên mirovane de, doza garantîkirina ewlehiya xwe bikin’’. 

Mêrkil li ser rêkeftina Tirkî-Ewropî jî rawestiya û berevaniya wê kir. Şêwermenda Almanî li vê barê got:’’ Ji dema îmzekirina rêkeftinê, êdî hema ti kes di deryaya Îcê de binav dibe’’. Wê herweha amaje kir, ku eger Tirkiyê mafên mirovan binpê bike, dê ew yek eşkere were destnîşankirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات