Bo rizgarikirina Reqayê Erdogan amada ye hevakriyê ligel Amerîkayê bike

Bo rizgarikirina Reqayê Erdogan amada ye hevakriyê ligel Amerîkayê bike

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku bo rizgarkirina Reqayê Waşinton û Enqere amade ne ligel hev bixebitin.

Li vê barê, rojnameya (Hurriyet) a Tirkî li ser zarê Erdoan got, ku di dema hevdîtina wan a li Lûtkeya Grûpa 20 de, Serokê Amerîkî Barak Obama ji Erdogan re pêşniyar kiriye, ew karekî hevbeş bo rizgarikirna Reqa ji DAIŞê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Erdogan bi erênî bersiv li ser pêşniyara Obama daye û gotiye, ew amade ne, her tiştê pêwîst bikin, da rêxistina terorîst ji Reqayê der bixin. Erdogan herweha gotiye, ku beriya pêkanîna vê yekê, dibe aliyên leşkerê yên herdû welatan li hev bicivin û mijarê gotûbêj bikin. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات