Jan Dost : Rewşenbîr û rola wan di krîzên mezin de

Jan Dost : Rewşenbîr û rola wan di krîzên mezin de

Ji mêj ve, ji sedê salan ve behsa rewşenbîran û rola wan di civakê de dibe, behsa bandora wan li bûyeran û di guhertina civakan de dibe. Her weha ji sedê salan ve ye ku desthilatdariya siyasî rola nivîskar, helbestvan û wekî din dizanin û nas dikin. Wek em dizanin gelek şah û sultan û mîran helbestvan nêzîkî xwe dikirin û zêr didane wan da ku pesnê desthilatdariya wan bikin û ji xelkê re wê desthilatê bixemilînin û li ber çavên wan şêrîn bikin. Helbet kesên ku ev rol nedipejirandin jî hebûn, kesên ku rexne li desthilatê dikirin jî hebûn û bê guman buhayekî mezin jî didan û carnan ji bo bîr û baweriyên xwe dihatin kuştin jî.

Wek du mînakên berz û li ber çavan di mêjûya wêjeya kurdî de Ehmedê Xanî, ku rexne li desthilatê dikir, û Melayê Cizîrî ku xelk rexne dikirin lê pesnê desthilatê dikir, hene. 

Erê rewşenbîr wisa ne, yanî du par in, parek li gel desthilatê ye, yek jî li dij e, beşekî sêyem nîne.

Bêdengî qet ne ji sinç û exlaqên rewşenbîran e. Rewşenbîrekî bêdeng, bi taybetî gava ku bûyer mezin bin û hemî civak têkildar be û mijar mijarên girêdayî raya giştî bin, mîna şeytanekî lal tê binavkirin. Bêdengiya rewşenbîran sûc e ne jêhatîbûn e, gunehkarî ye ku rewşebîrek zulmê bibîne û destnîşan neke. Rola wan ew e, ku aya giştî ava bikin, bingeha fikreke dijberî zulmê di civatan de deynin. Lê mixabin ev rol bi awayekî bi rêkûpêk nehat lîstin.

Ev bûne bêtirî pênc salan ku li Sûrî him şoreşek mezin li dijî rejîmê lidarketî ye, him jî şerekî bêrawestan ji hêla rejîmê û alîgirên rejîmê li dijî gelê serhildêr tê meşandin. Bi milyonan derbeder bûne, bi sedhezaran hatine kuştin, birîndar bûne û di zindanan de ne û winda ne. Helbet rewşenbîr tenê dikare helwesta xwe bide, dikare xwe alîgirê vî terefî û wî terefî bide nasîn û wek ku niha buhurî ew dikare bi hêza fikrên xwe raya giştî li dijî zulm û sitemê bihêvoje lê mixabin heta ev rola biçûk jî ji hinan nehat û helwest nedan.

Ez bi xwe dibêjim û bawer im ku di van krîzên mezin de, di şoreş û şeran de rewşenbîrek nikare guhertinên mezin pêk bîne, ew tenê dikare helwestan bide. Lê mixabin me dît ku gelek rewşenbîr ne tenê rola xwe wek rewşenbîr nelîstin lê wan destbirakiya hêzên sitemkar jî kirin. Gelek rewşenbîr, çi ereb çi kurd, di xendeqa zaliman de man, xwîna ku ew 

zalim dirijînin qet nebû naqosek ku wan ji serxweşiya wan hişyar bike, xwîna bêgunehan î ku li kolanan, di şer de, li zindanan rijiyayî qet nebû agirek rêya rast nîşanî wan neda. 

Ez dixwazim li dawîyê bibêjim ku, rewşenbîr nikare guhertinên mezin di roj û şevekê de li dar bixe, ew dikare hizrên xwe bibêje û ew hizr mîna avê hêdî hêdî, dilop bi dilop dikare zinaran jî qul bikin. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات