Serê Kaniyê: Komeleyên xêrxwaziyê û Rêveberî di belavkirina alîkariyan de hevkar in

Serê Kaniyê: Komeleyên xêrxwaziyê û Rêveberî di belavkirina alîkariyan de hevkar in

Ji destpêka sala 2013an ve, û bi rûdana şer û pevçûnan di navbera YPGê û komên çekdar ên di 8-11-2012an de ketin bajêr, hin çalakvanan girîngiya alîkarî û hewarçûnê li xwe girtin û yekemîn komeleya xêrxwaziyê li bajêr damezrandin.

Komeleya Hêvî Serê Kaniyê yekemîn û çalaktirîn komele bû, di rewşa bajar a awerte de  kar dike, tevî ku berî wê komeleya (Bir we El Ihsan) jî hebû lê ne bi çalakiya Hêvî bû.

Komeleya Hêvî ji destpêka damezrandina wê ve, hezarên selikên xwarin û qutiyên şîr û pêdeviyên zarkên şîrmij û jinan belav kirine, herwiha çêkên alîkariya hejar û cotkaran jî belav kirin û di penagehên koçberan li herêma Serê kaniyê û Til Temir de beşdar bû.

Herdem giftûgo di navbera komeleyan û rêveberiya bajêr de der diket û carina  dibû alozî, lê  ji du salan û vir de hevkarî bû nîşana karê van komeleyan û rêveberiya bajêr.

 

Umer Emîn serokê Komeleya Hêvî Serê Kaniyê ji Orient Net re dibêje: “ Karê me di warê  peydakirina projeyên alîkariyê jibo xelkên Serê Kaniyê serbixwe ye. Em tenê wek endamê komeleyê vê alîkariyê peyda dikin’’.

Di ware belavkirina alîkariyan de, Emîn dewam kir “ Dema tomarkirina navên welatiyan jibo alîkariyan, em sê komîte bi hev re der dikevin (Komîteya komeleya Hêvî, komîteya nivîsgeha karûbarên rêxistinên alîkariyan a bi ser Rêveberiya Xweser ve û komîteyek ji Mala Gel ya bi ser TEV –DEMê ve). Em tev der dikevin navan ji kolan û gundên Serê Kaniyê tomar dikin. Ev şêweyê kar li ser me wek komele nav û probleman sivik dike’’.

Li gorî jêderekî ji rêveberiya bajêr, heman mîkanîzim bi komeleya (Bir we El Ihsan) re bi rêve diçe, lê çalakiyên wan kêm in.

Berî çend mehan Heyva Sor a Sûrî ya bi ser rêjîmê ve  ji bajar hat dûrxistin, piştî ku nakokî di navbera wan û rêveberiya bajar de derket û nema alîkariyan li ser welatiyên Serê Kaniyê balav dike.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات