Firokeyên Tirk komkujiyekê li gundewarê Babê pêk tînin

Firokeyên Tirk komkujiyekê li gundewarê Babê pêk tînin
Hate ragihandin ku firokeyên şer yên Tirkiyê komkujiyek li gundewarê Babê pêk anîn û hejmarek welatiyên sivîl bûn qurbanî.

Li gorî agahiyan, îro danê sibehê firokeyên şer yên Tirkiyê bajarokê Tadif yê li gundewarê Babê bi mûşekan topbaran kirin, û di encamê de nêzî 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bêhtirî 30 jî birîndar bûn, ji bilî ku ziyanên mezin gihştin mal û avahiyên sivîlan.

Tê zanîn ku Artêşa Tirkiyê ji destpêka destêwerdana wê di Sûriyê de navçeyên sînorî bi behaneya şerê DAIŞê topbaran dike.

 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات