Civîneke çavlirê bo Sûriyê di navbera Kêrî û Lavrov de

Civîneke çavlirê bo Sûriyê di navbera Kêrî û Lavrov de
Wezareta derve ya Rûsî îro Çarşemê ragihand ku, dê wezîrê derve Sêrgî Lavrov û hemkarê wî yê Amerîkî Jon Kêrî bo rewşa Sûriyê di heyama çend rojan de bicivin.

Li gorî daxuyaniya wezareta Rûsî, ew gotûbêja lidarxistina wê civînê dikin, piştî têkçûyîna herdu aliyan, Amerîkî û Rûsî bi gihiştina lihevkirinekê derbarê çareserkirina krîza Sûrî, dema civînên bajarê Hangşo li Çînê.

Hêjayî gotinê ye ku, serokê Rûsî Viladimyêr Pûtîn piştî hevdîtina xwe ligel hemkarê wî yê Amerîkî Barak Obama tekez kir ku, dê rêkeftina texmînkirî di navbera herdu aliyan de sûdeyan li şerê li dijî terorê li Sûriyê bike, û nêzîkbûn bi Waşintonê re bo vê mijarê heye.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات