NYê 100 hezar sivîl ji Hemayê bi sedema şerê dawiyê koçber bûn

NYê 100 hezar sivîl ji Hemayê bi sedema şerê dawiyê koçber bûn
Netewên Yekbûyî (NYê) ragihand ku, bêhtirî 100000 welatiyên Sûrî ji parêzgeha Hemayê koçber bûn bi sedema şer û pevçûnan di navbera rêjîm û rikberiyê de ji 28ê meha Tebaxa Bihurî ta bi 5ê vê meha Îlonê.

Di raporekê de ku îro Çarşemê hate belavkirin, NYê got ku, hejmarek mezin ji sivîlên gundewarê bakur û bakurê rojava yên Hemayê ber bi hundirê bajêr ve reviyan, û 4500 malbat li bajarokê Hilfayayê hene, 2800 ji wan der ketin û hêj 1700 di orta şer de dorpêçkirî ne.

Li ser asta meydanî, hin jêderan ji derdora Hemayê ragihandin ku, balafirên Rûsî êrîşên asîmanî li ser bajarokê Kifer Zêtayê pêk anîn û 2 sivîl di encamê de hatin kuştin, û firokeyên rêjîmê ji hêla xwe ve bi mûşekên feraxî bajarokê Tîbet Îmam topbarandin û hejmarek ji birîndaran li pey xwe hiştin.

Hêjayî gotinê ye ku, hêj şer û pevçûnên tund di navbera hêzên rêjîma Sûrî û mîlîşyeyên wê ji aliyekî û berên rikberiyê ji aliyekî din ve li bakurê Hemayê berdewam in, û çekdarên rikber hewl didin da ber bi bajêr ve bi pêş ve biçin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات