HPGê 3ê helîkopterên Tirkî dirûxîne û hejmarek ji leşkeran dikuje

HPGê 3ê helîkopterên Tirkî dirûxîne û hejmarek ji leşkeran dikuje
Hêzên Parastina Gel (HPGê) yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) ragihand ku, şervanên wan 3ê helîkopterên Tirkî rûxandin û hejmarek ji leşkeran di pevçûnan de li navçeya Çilê ya girêdayî wîlayeta Hekarî kuştin.

Di daxuyaniya xwe de, HPGê ragihand ku, kampanyaya leşkerî ya ji hêla hêzên Tirkî ve di 30ê Tebaxa Bihurî de li devera Artûş li Hekarî destpê kiriye hêj berdewam e.

Heman daxuyanî diyar kir ku, şervanên HPGê êrîşeke tund li ser hêzên artêşa Tirkî pêk anîn, di encamê de 10 leşker hatin kuştin û hin ji wan birîndar bûn û bi rêya helîkopteran ew birîndar hatin veguheztin.

Daxuyaniya HPGê amaje kir ku, wan bi avêjtokên hawinê 5 helîkopter di leşkergeheke Tirkî de li navçeya Çilê armanc kirin, û 3ê ji wan hatin rûxandin, ligel ku hin leşkerên Tirk hatin kuştin û hejmarek ji wan birîndar bûn, û 4 şervanên HPGê di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات