Tirkiyê hêzên leşkerî li Cerablusê bêhtir dike

Tirkiyê hêzên leşkerî li Cerablusê bêhtir dike
Hikûmeta Tirkî hejmareke mezin ji hêz û alav ên leşkerî bo bajarê Islahiyê yê girêdayî Entabê şandin, da ji wir derbasî xaka Sûrî bibin û piştgiriya artêşa xwe li Cerablusê bikin û nehêlin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) li ser zemînê bi pêş ve biçin.

Li gorî jêderine hikûmî yên Tirkî, artêş 15 tank ên tîpa duyemîn beşê topan ji devera Maltepe li Istenbolê bo derdora Entabê şandin.

Ji hêla xwe ve, ajansa Dogan a nûçeyan ragihand ku, ew tank bi rêya tirêna kargoyê û bi parastina hêzên ewlekariyê hatin şandin, ligel ku 90 alavên leşkerî yên giran gihiştin heman deverê da derbasî Sûriyê bibin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات