Rewşa karmendên Hesekê di dema girtina dezgehên rêjîmê de dijwar e

Rewşa karmendên Hesekê di dema girtina dezgehên rêjîmê de dijwar e

Li Hesekê ji dema ku piraniya dezgehên rêjîmê ketine bin kontrola Asayîşê de, ew dezgeh bi temamî hatin girtin, karmend jî nikarin herin karê xwe, lê ya herî dawî pirsgirêka mûçeyan e, ku ji serê meha çûyî ve rêjeya bêhtir 70 % ji karmendan newergirtine.

Li barê vê kêşeyê, karmendê bi navê Welîd Ebdela ji Orient Net re eşkere kir, ku wan gelek caran ji Asayîşan xwestin da ku Defterên Şêka radestî karmendan bikin, jibo ew karibin mûçeyên xwe bistînin, lê Asayîşan guh nedan wan, û ta neha hijmara herî mezin ji wan karmendan bê mûçe mane.

Di heman mijarê de, tê gotin ku rêjîm hewl dide dezgehên xwe veguhêze Şama paytext, bi taybetî herdu dezgehên sereke " Nifûs û Cewazat " lê ta neha ti gav nehatine avêtin, û ew dezgehên ku xizmeta milet dikin hatine rawestandin.

Di vê mijarê de welatiyê bi navê Hemîd Remo ji Orient Net re got:’’ Rewşa me pir xerab e, ji hemû aliyan ve, û mijara mûçeyên kermandan ya herî zor e, bi hezaran kes li ser van mûçeyan tên xwedîkirin’’. Remo banga xwe şand ji kesên xwedî biryar re, da ku ev kêşe di zûtirîn dem de were çareserkirin.

Dezgehên ku di encama şerê meha bihûrî de Asayîşa dest danîn ser ev in: Nifûs. Hicra û Cewazt , Zindana mezin , Beng , Muwaselat , Navenda çandî ya  Erebî, Kolêja Aborî û ya Endezyarî, yarîgeha Basil , û Navenda Ciyolociya. tevaya van dezgehan li taxa Xiwêran dikevin û berî wî şerî di dest rêjîmê de bûn, li vê barê karmendên Hesekê tenê daxwaza wan ewe ku mûçe ji ser wan neyê qutkirin, ta ku çareyek ji vê kêşeyê re bê dîtin.  

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات