Nûredîn Zaza yê wêjevan

Nûredîn Zaza yê wêjevan

Nûredîn Zaza di nav kurdan de bêhtir weke siyastmedar û rewşenbîrekî navdar di dîroka tevgera siyasî ya kurd a nûjen de û weke rêberekî damezrêner û xebatkerekî leheng di vê tevgerê de hatiye naskirin. Piraniya nivîs û lêkolînên li ser jiyana wî, zêde roniyê didin ser aliyê jiyana wî ya siyasî. Lê, Zaza wêjevan û wergêr jî bû. Wî helbest, çîrok û herwiha şano nivîsandiye. Pirtûka "Kurdên Nejbîrkirinê" ji me re rûyê Zaza yê wêjevan pêşkêş dike û me dibe cîhana wî ya edebî ku bi xewn, hêvî û ramanên mirovekî şehreza û xwedî nerînên pêşketî û nûdem xemilandî ye. 

“Kurdên Nejbîrkirinê” sernavê wê pirtûkê ye ku hemû berhemên Nûredîn Zaza tê de hatine berhevkirin, çi yên weşandî û çi yên ku nehatibûn weşandin û di arşiva jinebiya wî Gilbert Favre Zaza de bûn. Weke di pêşgotinê de hatiye, hin ji van berheman ji ser kasêtan, bi dengê Zaza, hatine wergirtin, û hin din destnivîs bûn. 

Pirtûk ji weşanên Avista ye, di sala 2011an de hatiye çapkirin. Ew ji pênc beşan pêk tê. Piştî pêşgotinê, nivîseke Zaza ku ji bo "Hêviya Welat" dengê komela xwendekarên kurd li Ewropa, di sala 1976 an de nivîsî bû, heye. Di wê nivîsê de, Zaza tekeziyê li ser girîngiya xwendina bi zimanê kurdî dike: "Xortino! Birano! Bi zimanê xwe bixwînin û binvîsînin û wî bidin xwendin û nivîsandin!" 

Beşê şi’r ji sê helbestan pêk tê: "Newrozek Xemgîn, Derketî Li Her Derê Bi Tenê Ye, Newroza 1979". Di helbesta "Derketî" de dibêje: 

Terka welatê xwe da û kete dinyayê

Xwedê rêberiya derketiyan bike

Ez di nav miletan re derbaz bûm 

Li min nêrîn, min li wan nêrî

Lê…

Me hevdû nas nekirin

Derketî li her derê bi tenê ye!

Di beşê çîrokê de, neh çîrok hene: "Xorşîd, Gulê, Keskesor, Perîşanî, Hevîna Perîxanê. Xatûn An Piling, Dê An Xûşk, Şerê Mêşa, Stêrk". Divê em bibêjin ku Zaza yekemîn nivîskar e ku çîroka modern û kurteçîrok derbasî wêjeya kurdî kiriye. Herwiha, wî kariye rewşa kurd a gundî û perîşan bi şêweyekî modern û hevdem nîşan bide. Di çîroka Perîşanî de, Zaza di ramaneke  kûr de ji pencereya xwe li Şamê, êş, perîşanî û nezaniya miletê xwe li serxet û binxetê diyar dike.

Zaza baş derdê miletê kurd naskiriye û di çîrokên xwe de, ronî daye ser wan êş û derdên kurdan û herwiha wî baş derman jî dizanî. Di çîroka "Keskesor" de, sala 1941an, ew behsa serhildana Şêx Seîd dike: "Em kurd li benda bihara xwe ne, li benda baraneke bi keskesor in". Lê diyar e, hîn bihara me nehatiye û nejî barana me bariye…     

Di beşê "Kurdên Nejbîrkirinê" de, ku pirtûk pê hatiye binavkirin, Zaza pênc kesayetiyên kurd ên navdar, ku li Şamê naskirine, pêşkêş dike.

Zaza, bi şêweyekî wêjeyî, roniyê dide ser jiyana her yek ji Cemîlê Seyda, Hemze Begê Miksê, Evdirehman Axayê Eliyê Ûnis, Qedrî Can û Reşîdê Kurd ku di xebata miletê kurd de xwedî rol bûn.

"Xwîna Me, Kurmê Darê Ji Darê Ye û Reşoyê Darî" sê şano ne ku di beşekî de hatine. Pirtûk bi beşê bi navê (Û Ên Din) bi dawî dibe ku hin gotinên helbestvan û fîlozofê inglîz Rudyard Kipling wergerandine kurdî û ji xortan re pêşkêş dike, ligel nivîsek bi sernavê "Şîretên Ehmedê Xanê". Herdu jî di "Hawar"ê de, sala 1941ê hatine weşandin . Yek ji gotinan ev e: Xeyal bike lê wan ji xwe re meke xwedî. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات