Jêderekî leşkerî ji nava YPGê ragihand ku dema xelkên Rojavayê Kurdistanê yên alîgirê Rêveberiya Xweser xwepêşandanek ji bo azadiya Rêberê PKKê Ebdelah Ocelan lidar dixistin Artêşa Tirkiyê ew xwepêşandan li ser rêya di navbera Amûdê û Dirbêsiyê de gulebarandin û di encamê de ciwanê bi navê Hemza Ebdilrehman Dawûd 24 salî bi giranî birîndar ket û tevî ku ew bo nexweşxaneya Dirbêsiyê hate veguhestin lê belê Dawûd jiyana xwe ji dest da.
Li gorî heman jêderî YPGê jî ji aliyê xwe ve bersiva wê êrîşê da û jêdera gulebaranê armanc kirin û di encamê de leşkerekî Tirk hate kuştin
Di heman demê de li gundewarê Serê Kaniyê jî artêşa Tirk êrîşî girûpeke sivîlan li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de kirin, û li gorî jêderên xwecihî di encama wê gulebarana Tirkiyê de welatiyê sivîl yê bi navê Ibêd Ehmed Salih 40 salî ligel zaroka xwe Rojîn ya 4 salî di cih de jiyana xwe ji dest dan, werwiha 5 welatiyên din jî bi giranî birîndar bûn, hêjaye gotinê ye ku tevahiya wan sivîlan ji Rojavayê Kurdistanê ne.
Tê zanîn ku sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ev heyama demekê ye ku di nearamiyekê de derbas dibe, ji ber wê tevliheviya di navbera Hêzên Sûriyê Demoqratîk di pêşiya wan de YPGê ji aliyekî ve û Tirkiyê û Hêzên xwe ji aliyekî din ve.
التعليقات (0)