Seroka şaredariya Parîsê paytexta Frensî, Anî Hîdalgo îro Sêşemê vekirina yekemîn navend bo pêşwaziya penaberan di Cotmeha bê de ragihand, û dê ew navend weke gava pêşî bikarîbe pêşwaziya 400 penaberî bike.
Di kongirekîçapemenî de, Hîdalgo hûrgiliyên projeya pêşwaziya penaberan ya ku di dawiya meha Gulana bihurî de destpê kiribû zelal kirin, û got ku, dê ew navend li devereke pîşesazî ya kevin li bakurê Parîsê amade be, û tenê bo mêran be.
Seroka şaredariyê amaje kir ku, dê penaber tenê bo 5 yan 6 rojan li navendê bimînin, ew jî jibo alîkariyên bijîşkî û yên piskolojî ji wan re bêtin pêşkêşkirin, piştre dê li cihên rûniştina wan bêtin belavkirin.
التعليقات (0)