Rêjîm rê dide şêniyên taxa We’ir li Himsê da seredana mirovên xwe bikin

Rêjîm rê dide şêniyên taxa We’ir li Himsê da seredana mirovên xwe bikin
Piştî gelek geştan ji danûstandinan di navbera şandeya rêjîma Sûrî û komîteya taxa We’ir li bajarê Himsê, hêzên rêjîmê derketina şêniyên taxê bo seredana mirovên xwe bikin pejirand, lê li gorî mercên di çarçoveya rêkeftina îmzekirî de hatine.

Li gorî hin çalakvanan ji Himsê, dê komîteya taxê navên malbatên dixwazin seredana mirovên xwe bikin di lîsteyekê de radestî şandeya rêjîmê bike, û dê pişkinîn li ser lîsteyê çê bibe bi mebesta pejirandin yan qedexekirina derketinê.

Heman çalakvanan diyar kirin ku, dê malbatên li ser derketina wan pejirandî ye, sibe ji rêbenda El-Muhendisîn li qeraxên taxê bikarîbin der bikevin, bêyî ku ti merc bo vegera wan bête danîn.

Ji hêleke din ve, tîmên berevaniya sivîlan li taxê dest bi rakirina bermahiyên avahiyan ji kolanan kirin, ew bermahiyên di encama topbaranê de li gelek deveran di hundirê taxê de kom bûne, herweha dest bi çaksazkirina tora kehrebeyê bû da ew bi şêweyekî baş bigihîje taxê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات