Hêzên rêjîma Sûrî ligel mîlîşyeyên Îranî û Îraqî bi piştgiriyeke asîmanî ji hêla balafirên Rûsî ve êrîşeke rahêjandî li ser bargehên berên rikberiyê li hin deveran li bajarê Helebê pêk anîn, û hejmarek xalên nû kontrol kirin ligel ku ziyaneke canî mezin li çekdarên rikber kirin.
Jêderine xwecihî ji Helebê ragihandin ku, hêzên rêjîmê û alîgirên wê avahiyên derdora rêveberiya çavkaniyên mirovane li taxa Amiriyê kontrol kirin, piştî pevçûnên tund bi çekdarên Fetih Heleb û El-Cebhe El-Şamiyê re, hevdem bi êrîşên asîmanî ji hêla balafirên Rûsî ve li heman deveran.
Heman jêderan diyar kirin ku, di encama pevçûnan de, hejmarek ji çekdarên rikber û yên îslamî hatin kuştin û yên mayî neçar bûn da ji xalên xwe li taxên Amiriyê û Şêx Seîd vekişin.
التعليقات (0)