Yekîtiya Ewropî: Em nema dikarin pêşwaziya koçberan bikin

Yekîtiya Ewropî: Em nema dikarin pêşwaziya koçberan bikin

Serokê Encûmena Ewropî Donald Tusk ragihand, ku welatên Yekîtiyê gihiştine asteke zor ji pêşwazîkirina koçberan û êdî nema dikarin dergehên xwe ji wan re vekirî bihêlin.

Di kongirekî çapemenî de li bajarê Hangşo yê Çînê, cihê lidarxistina civînên (Grûpa 20 welatan), Tusk diyar kir ku, pêşwaziya koçberan li welatên Yekîtiya Ewropî digihîje dawiyê û got, ku rêjeya penaberan li welatên Ewropî pirî bilind bûye. Wî  ji civaka navwelatî xwest, ku ew jî para xwe ji vê mijarê bistînin û amaje kir, ku pêwîst e hemû welat ligel wan alîkar bin û pêşwaziya wan koçberan bikin.

 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات