Makgurk: Siyaseta me bi Kurdan re nehatiye guhertin

Makgurk: Siyaseta me bi Kurdan re nehatiye guhertin

Şandeyê taybet yê serokê Amerîkî di Hevmaniya Navwelatî de Brêt Makgurk seredana herêmên Kobanî û Cezîrê kir û civînek li gel fermendarên leşkerî û siyasî lidar xist û ji wan re diyar kir, ku siyaseta Amerîkî bi Kurdan re nehatiye guhertin 

Rewengeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand, ku şandeyê taybet yê serokê Amerîka Brêt Makorg ligel şandeyekê seredana deverên Kurdî kirin û bi rayedarên Kurd û Ereb re jî civiyan. Rewengehê got, ku Makgurk ji rayedarên Kurd re gotiye, ku siyaseta welatê wî ji aliyê hêzên Sûriya Demokratîk ve nehatiye guhertin, berovajî  Tirkiyê dibêje û tekez kir, ku ew dê di piştegiriya wan hêzên de berdewam bin. 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات