Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim doh yekşemê ragihand ku, welatê wî qet derfetê nade da "dewleteke afirandî" li bakurê Sûriyê çê bibe, weke amajeyekê li ser deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) û piraniya wan hêzan şervanên Kurd in.
Di peyva xwe de li bajarê Amedê cihê ku li wir programa jinûavakirina deverên hilweşandî yên bajêr gotûbêj kir, Yildirim got ku, armanc ji operasyona "mertala Ferat" parastina sînor e û peydakirina ewlehiyê bo welatiyên Tirkiyê ye, û tekez kir ku, ew qet nahêlin dewleteke Kurdî li Sûriyê çê bibe.
Hêjayî gotinê ye ku, artêşa Tirkî operasyona "mertala Ferat" li bajarê Cerablusê pêk anî da pêşveçûnên HSDê ber bi herêma Efrînê ve rawestîne, û nehêle ku deverên berfireh li bakurê Sûriyê bikevin bin kontrola Kurdan de.
التعليقات (0)