Şer û pevçûnên tund di navbera hêzên rêjîma Sûrî û berên rikberiyê de li gelek deveran di hundirê bajarê Helebê de rû dan, û rêjîm hewl dide da derbasî taxên rojhilatê bajêr bibe piştî dorpêçkirina wan bi piştgiriyeke asîmanî ji hêla balafirên Rûsî ve.
Li gorî jêderine meydanî ji bajêr, çekdarên Fetih Heleb rastî êrîşeke hêzên rêjîmê li ser taxên Bistan Başa û Saxûr hatin, û pevçûnên giran di navbera herdu aliyan de qewimîn, tê de hejmarek ji leşkerên êrîşker hatin kuştin.
Heman jêderan diyar kirin ku, pevçûnên sivik li devera Kerem El-Terab rû dan piştî ku hêzên rêjîmê hewl dan ji aliyê balafirxaneya Nêreb a leşkerî ber bi deverê ve biçin, lê çekdarên Fetih Heleb hewldana wan têk birin û hin leşkerên wan kuştin.
Ji hêla xwe ve, balafirên Rûsî taxên Sikerî, Heyderiyê û Mesakin Henano bi êrîşên asîmanî armanc kirin, di encamê de hejmarek ji sivîlên wan taxan birîndar bûn.
التعليقات (0)