Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dîmîtrî Pîskov îro Duşemê ragihand ku, hemû agahiyên derbarê lidarxistina civîneke sêalî di navbera serok Vladimyêr Pûtîn û hemkarên wî Receb Erdogan û Beşar Esed de derew in.
Di daxuyaniyekê de, Pîskov diyar kir ku, ti bingehên rasteqîn ji lidarxistina wê civîna sêalî re tune ne, û Mosko tekez dike ku agahiyên amadekirina wê civînê derew in û ji rastiyê dûr in.
Hêjayî gotinê ye ku, ev daxuyaniya berdevkê Krêmlînê hat piştî ragihandina Waşintonê doh êvarê ku ti rêkeftin derbarê rawestandina şer li Sûriyê çê nebûn, û Rûsya bi gurkirina krîza Sûrî tawanbar kir.
التعليقات (0)