Li bajarê Hesekê îro li demjimêr 8ê sibehê xwekujekî motorsîklê xwe li ber rêbenda Asayîşê teqand, û di encamê de 7 kes jiyana xwe ji dest dan.
Jêderekî ji bajarê Hesekê ji Orient Ner re diyar kir ku, li navçeya Merşo û di dema ku endamên Asayîşê li wir kom bibûn, wî xwekujî bi motorsîklê xwe derbasî nav wan bû û xwe teqand, di encamê de 5 endamên Asayîşê û 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Di heman demê de, teqînek li ser kolana Kornîş li bajarê Qamişloyê rû da, lê ew teqîn bi bombeyeke dengî hate kirin û ti ziyanên canî tune bûn, tenê ziyan madî bûn.
التعليقات (0)