Telal Silo: Artêşa Tirkiyê berê xwe dide Babê

Telal Silo: Artêşa Tirkiyê berê xwe dide Babê
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Telal Silo ragihand ku Artêşa Tirkiyê berê xwe dide bajarê Babê û tenê hin şervanên wan li rojavayê çemê Feratê mane. 

Silo di hevdîtinekê de li gel kenala Kurdistan24 diyar kir ku piraniya Hêzên Demokratîk vekişiyane rojhelatî çemê Feratê û bi tenê hin şervanên wan li rojavayî Feratê li bajarê Minbicê mane da ku alîkariyê di rêveberiya bajêr de pêşkêşî encûmena Minbicê ya leşkerî bike.

Herwisa Silo di heyama hevdîtina xwe de da zanîn ku Artêşa Tirkiyê berê xwe dide bajarê Babê û Tirkî sûdê ji bêdengiya navdewletî dibîne û hîn herêmên bakurê Sûriyê dagir dike 

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات