Rewşa Hesekê ji hêla ewlehî ve û metirsiyên teqînan

Rewşa Hesekê ji hêla ewlehî ve û metirsiyên teqînan
Piştî şerê ku di meha bihurî de li bajêr qewimî, rewşa ewlehî li bajarê Hesekê di aloziyê de ye, ji dema ku şer hate rawestandin û xelkên Hesekê li bajêr vegeriayn, metirsî ji teqînan heye, ji xwe beriya hefteyekê bombeyek çandî li taxa Ezîziyê teqiya û di encamê de birîndar hebûn, welatî nerehetiya xwe didin xuyakirin ji ber ku ta niha rewşa aramiyê li bajêr ne zelal e.

Libarê vê mijarê welatiyê bi navê Ednan Se’do ji Orient Net re got: "Ewlhî li Hesekê têk çûye, jibilî şer û topbaranê, teqîn destpê kirine, milet nikare xwe biparêze jiber ku li ser nanpêjgehan, dikanan, bazaran û her devrê xelk hene û çi teqîna ku çê bibe sivîl tê de dibine armanc".

Ji hefteyekê û şûn ve 4 caran beşê endazyariyê di Asayîşê de, bêhtirî 3ê bombeyan betal kirine, û ya herî dawî doh bû ku li taxa Xezil hatibû danîn.

Jêderekî nêzî Asayîşê ji Orient Net re eşkere kir ku, Asayîş her demê amade ye da parastina xelkên Rojavayê Kurdistanê bike, û ta niha li Hesekê 4 bombe hatine pûçkirin, heman jêderî got ku, pêwîst e di vê mijarê de bitaybetî milet jî alîkar be, û çi tevgerek ku cihê gumanê li bajêr çê bibe, tê xwestin ku Asayîş bi wê haydar be.

Li barê mijara tqînên ku li bajarê Hesekê rû didan, hêza Asayîşê beriya demekê ragihandibû ku berpirsê van teqînan yê bi navê " Ebdilfetah El Itêwî " ji bajarê Hesekê ye û ew niha di zindanê de li ba Asayîşa ye, lê piştî girtina wî jî diyar e ku hewldan berdewam in, mayin û bobme tên çandin, û ta niha kesên ku li dû van teqînan ne nehatine nasîn.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات