HSDê û Hevpeymanî li ser rizgarkirina Reqa û Babê li hev kirin

HSDê û Hevpeymanî li ser rizgarkirina Reqa û Babê li hev kirin
Jêderekî pilebilind ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) îro Yekşemê ragihand ku, rêkeftinek derbarê rizgarkirina bajarên Reqa û Babê di navbera wan û Hevpeymana Navwelatî de çê bû.

Li gorî malpera Bas News a nûçeyan li ser zarê heman jêderî, dê HSDê gund û bajarokên di bin kontrola rêxistina DAIŞê di navbera bajarên Minbic û Efrîn de rizgar bikin bi piştgiriyeke asîmanî ji hêla balafirên Hevpeymaniyê ve.

Heman jêderî diyar kir ku, Hêzên wan ji derbasbûna artêşa Tirkiyê bo rojavayê çemê Feratê natirsin, jiber ku sînorên amade di navbera berên rikberiyê bi piştgiriya Tirkiyê ji aliyekî û HSDê ji aliyekî din ve hene bi serpiriştiyeke Amerîkî, Brîtanî û Almanî.

Derbarê rizgarkirina Reqayê, jêderê HSDê got ku, ew biryar hatiye standin û lihevkirinek ligel rûspiyên êlên Erebî yên parêzgehê çê bûye da hevkariya HSDê bikin û dever bigiştî ji DAIŞê paqij bibe, û li ser girêdana Kobaniyê bi herêma Efrînê ve tekez kir ku ew biryar jî hatiye standin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات