Obama: Bêyî rêkeftinekê ligel Rûsyayê krîza Sûrî çareser nabe

Obama: Bêyî rêkeftinekê ligel Rûsyayê krîza Sûrî çareser nabe
Serokê Amerîkî Barak Obama îro Yekşemê ragihand ku, nakokiyên mezin di navbera Waşinton û Moskoyê de derbarê rewşa Sûriyê hene û giftûgoyên herdu welatan awayê rasteqîn e bo çareserkirina krîza Sûrî.

Di kongirekî çapemenî de li bajarê Hangşo li Çînê, Obama diyar kir ku, bêyî lihevkirinekê ligel Rûsyayê ew nikarin ber bi pêvajoyeke nû ve biçin, û Amerîka ji mêj ve hewl dide da awayekî baş bo kêmkirina rêjeya tundîtiyê bibîne, herweha bêhtirkirina alîkariyên mirovane bo Sûriyê, lê bêyî pejirandina Rûsî qonaxeke nû çê nabe.

Ji hêla xwe ve, serokê Rûsî Viladimyêr Pûtîn got ku, gavên Waşintonê yên yekalî nahêlin ku peywendiyên herdu welatan baş bibin, û vegerandina hevkariyê pêwîstî destberdana Amerîka ji wan gavên yekalî ye.

Hêjayî gotinê ye ku, wezaretên derve yên Amerîkî û Rûsî li ser rêkeftinekê derbarê çareserkirina krîza Sûrî tekez kiribûn û li gorî texmînan dê ew rêkeftin îro Yekşemê bête ragihandin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات