Yildirim: Pêvajoyeke nû li ser asta têkiliyan ligel rêjîma Sûrî

Yildirim: Pêvajoyeke nû li ser asta têkiliyan ligel rêjîma Sûrî
Serokwezîrê Tirkî Binalî Yildirim ragihand ku, hikûmeta welatê wî siyaseta pirkirina hevalan û kêmkirina dijmijnan di warê siyasetên derve de bikar tîne, lewra dê têkiliyên ligel Misrê û Sûriyê disa vejîne.

Di civîna nirxandina hikûmeta Tirkî de, piştî derbasbûna 100 rojî li ser damezirandina wê, Yildirim got ku, wan têkiliyên xwe ligel Îsraîl û Rûsyayê vegerandine, û hêvî dike da welatî têkve pêvajoyeke nû di warê peywendiyan de, bitaybetî ligel Misr û Sûriyê.

Di heman peyva xwe de, serokwezîrê Tirkî diyar kir ku, hêzên ewlekariyê destên xwe danîn li ser 25 tirimbêlên hatibûne dizîn li Amedê, û ew bo teqînan hatine amadekirin, û hêj 910 tirmbêlên din hene.

Ji hêleke din ve, Yildirm amaje kir ku, hikûmeta wî dê hejmarek ji projeyên geşpêdanê bi buhayê 1.4 milyar dolarî li 20 wîlayetên Tirkî pêk bîne, piraniya wan li deverên başûrê welêt (Bakurê Kurdistanê) ne.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات