Ehrar El-Reqa hêj di çarçoveya HSDê de ye

Ehrar El-Reqa hêj di çarçoveya HSDê de ye
Fermandariya Lîwayê Ehrar El-Reqa ragihand ku, hêj şervanên wan parçeyeke girîng ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) ne, û hemû agahiyên cudabûna wan ji wan hêzan derew in.

Di daxuyaniya xwe de fermandarê giştî yê Lîwa, Ferhan El-Esker diyar kir ku, hin agahiyên derwe li ser alavên ragihandinê belav bûn libarê pevçûnan di navbera şervanên wan û yên HSDê de, û ew wan agahiyan weke derewan bi nav dikin, û tekez kir ku hêj Ehrar El-Reqa bereke di hundirê HSDê de ye.

Di heman daxuyaniyê de, El-Esker got ku, helwesta Lîwayê El-Tehrîr bi serkêşiya Mihemed Zêta dema hevalên xwe bi ixanet kir û xwe firot hêzên Tirkiyê yên dagirker, gaveke xayîntî û ya çeteyan e, bitaybetî ku Tirkiyê siyaseta kirîna kesên qels dom dike da xaka Sûrî desteser bik weke ku li bajarê Cerablusê rû da.

Hêjayî gotinê ye ku, hin alavên ragihandinê nûçeya veqetandina Lîwayê Ehrar El-Reqa ji HSDê belav kiribûn û pevçûn di navbera herdu aliyan de qewimîn li gorî ku wan alavan weşandibû.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات