Artêşa Tirkiyê topbarana xwe bi ser gundên herêma Efrînê de dûbare dike û li gorî zaneyariyan 5 avahiyên nişteciyan ji ber vê topbaranê wêran bûn.
Jêderên xwecehî ji Efrînê ragihandin ku duh danê nîvro Artêşa Tirkiyê bi bêtirî 40 mûşekên Hawinê gundê Hemam yê sînorî topbaran kirin û di encamê de 5 avahiyên nişteciyan wêran bûn û ji ber berdewambûna vê topbaranê hejmarek malbatên gundên sînorî yên herêma Efrînê neçar bûn dest ji malên xwe berdin.
التعليقات (0)