Erdogan: Armanca me bajarê Minbicê ye

Erdogan: Armanca me bajarê Minbicê ye
Recep Tayip Erdogan serokomarê Tirkiyê diyar kir ku, armanca operasyona wan a li Sûriyê bajarê Minbicê ye.

Erdogan derbarê armanca rasteqîne ya operasyona Mertala Feratê de ji rojnamevenan re diyar kir ku sedema rastî ji derbasbûna Sûriyê ewe bajarê Minibicê ye û wiha anî ziman ji sedî 90ê niştecihên Minbicê erebin, û cihê komên din yên Kurd bi taybet YPG li wir  nînin.

Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir ku fermandarên YPGê tekez kiribûn ku, ew ji hemû aliyên çemê Feratê vekişiyane û tenê li rojhilatê wî çemî bicih bûne, lê li gorî Erdoga YPGê ta niha li Rojavayê Feratê ne

Di dawiya gotina xwe de Erdogan derheqê Cerablusê de wiha anî ziman: Tirkiyê nakeve Cerablusê, lê tenê alîkariya lojîstîk didin artêşa azad û armanca Tirkiyê ewe ku xwediyên Cerablûsê bikevin wir.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات