Rojavayê Kurdistanê: Yekemîm rêbernameya geştûguzariyê derket

Rojavayê Kurdistanê: Yekemîm rêbernameya geştûguzariyê derket

Yekemîn Rêbernameya geştûguzariyê jibo bajarekî Rojavayê Kurdistanê, ku tê de bi wêne û nexşeyan gelek cih hatine danasîn, derket.

Rêbernameya geştûguzariyê ya devera Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê Hozan Ehmed Dêrşewî ve hatiye nivîsandin, ku tê de gelek cih û agahî li ser devera Dêrikê  jibo geştûguzariyê hatine danasîn, derket. Ew jî weke yekemîn car Rêbernamyeke geştûguzariyê li ser asta Rojavayê Kurdistanê der dikeve.

Ev Rêbername ji 88 rûpelan pêk tê, 36 xal li ser devera Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê jibo geştûguzariyê bi wêne û nexşeyan, bi herdû zimanên Kurdî û Ingilîzî hatine şîrovekirin, herwiha xişteyeke dûrbûna di navbera Dêrik û çend bajarên Rojavayê Kurdistanê û bajarine Kurdistanî û herêmî û hin cihên xwe yên geştûguzariyê de hatiye berhevkirin.

Rêbernameya Dêrikê bi sponseriya ’’Capitol Hotel’’ li Hewlêrê ya Arif Remedan, ku bixwe welatiyekî Rojavayê Kurdistanê ye hat çapkirin.

Devera Dêrikê a Rojavayê Kurdistanê ji gundê Êndîwar ta bajarokê çil Axa li xwe digre, ji 320 gund û bajarokan pêk tê, hejmara neşteciyên bajêr derdora 75 hezar û hejmara nişteciyên devera Dêrikê derdora 400 hezar kesî ye, di sala 1957an navê wê hat erebkirin bo El-Malikiye.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات