YPGê: Tirkiyê êrîşên xwe li ser Rojava dewam dike

YPGê: Tirkiyê êrîşên xwe li ser Rojava dewam dike
Yekîneyên Parastina Gel YPGê ragihandin ku êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser xal û bargehên wan de berdewamin.

Navenda çapemeniyê ya YPGê di rêya daxuyaniyeke fermî re ragihand ku artêşa Tirkiyê ji ser sînor sivîlên Rojavayê Kurdistanê bi çekên giran armanc dikin, mînak ew êrîşa li ser Du welatiyên Til Ebiyedê, dema xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

Li gorî heman daxuyaniyê artêşa Tirkiyê bi çekên Doşkayê êrîşî gundê Çeqela li gundewarê Efrînê kirin.

Herwiha şervanên YPGê êrîşeke çekdarên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike li rojavayê Kobanî red kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات