Di heyama operesyona Mertala Ferat de Artêşa Tirkiyê ragihand ku firokeyên wê bi beşdariya firokeyên hevpeymaniyê 15 xalên rêxistina DAIŞê li gundên Zoxra û Kiliyê yên girêdayî navçeya Xendûra li rojavayê Cerablusê topbaran kirin.
Herwisa ligel van êrîşan Artêşa Tirkiyê tank û cebilxaneyên zêdetir vedugihêze deverên sînorî li navçeya Qarqamîş ya li pêş Cerablusê û di heman demê de dîwaran jî li ser sînor ava dike.
Li gorî hin jêderên xwecehî , îro danê sibehê lîwayên Artêşa Azad bi piştgiriya asîmanî ya Tirkiyê hejmarek gundên nû li rojavayê Cerablusê ji dest rêxistina DAIŞê derxistin.
التعليقات (0)