Erdhejeke biqasî 7.1 pile li Niyûzîlandayê dixe

Erdhejeke biqasî 7.1 pile li Niyûzîlandayê dixe
 

Îro erdheje bihêz, a biqasî 7.1 pile nêzî beravên bakur-rojhilatê Niyûzîlandayê xist.

Kolêja Amerîkî ya lêkolînên Jeolojî ragihand, ku erdhej 167 km dûrî beravên bakur-rojhilat ên Niyûzîlandayê li kûrahiya 30 km rû daye. Ji aliyê xwe ve desthilatên welêt hişyarî libarê rabûna pêlên girs, ku weke Tsûnamî tê naskirin dan, lê ti agahî libarê qurbaniyan tune ne.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات