Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan îro Pêncşemê ragihand, ku berin rikberiyê pêşketinên xurt li parêzgeha Hemayê bidest xistine û karîbû hejmarek gund di pêajoyê de kontrol bike.
Heman jêderî got, ku hin berên rikberiyê, di nav wan de Ceyş El Iza û Cund El Eqsa karîbûn di 3 rojûn bûrî de, 13 gund û bajarokan li gundewarê Hemayê yê bakur kontrol bikin û êdî ew nêzîkî bajarokê Miherda bûne.
Li aliyekî din, endama Desteya Bilind a Danûstandian a rikberiya Sûrî Hind Qebwat got, ku rikberî dê planên xwe bo veguheztina siyasî û bidawkirina dijberiya bêtir ji 5 salan eşkere bike.
Qebwat di nameyekê de bo Ruetersê got, ku rikberî dê hûrgiliyên nêrîna xwe ya Sûriya pêşerojê parve bike û amaje kir, ku di wê planê de, dê awayên damizradina desteyeke desthilatdariya veguhêz, dema pêkananî û rola kêmnetewan û wisa jî planên jinûavakirina Sriyê, li gorî nêrîna rikberiyê werine eşkerekirin.
التعليقات (0)