Balafirên Rûsî gundewarê Himsê bi bombeyên goşeyî wêran dikin

Balafirên Rûsî gundewarê Himsê bi bombeyên goşeyî wêran dikin
Balafirên şerê ên Rûsî îro Pêncşemê gund û bajarok ên gundewarê bakurê Himsê bi êrîşên asîmanî armanc kirin, û bi bombeyên fosforî û yên goşeyî taxên sivîlan li wan deveran topbarandin, û hejmarek qurbanî li pey xwe hiştin.

Li gorî jêderine xwecihî ji derdora Himsê, êrîşên Rûsî li ser baxçeyên Risten ên rojavayî tekez kirin, herweha bajarokên Ze’feranê, Xirnata, Um Şerşûh û Dêr Fûl rastî heman êrîşan hatin, di encamê de jinek bi navê Hind Ibêd ji Ristenê jiyana xwe ji dest da û hejmarek sivîlên din birîndar bûn.

Heman jêderan diyar kirin ku, firokeyên Rûsî gundê Ferhaniyê û bajarê Telbîsê bi bombeyên goşeyî topbarandin, di encamê de sivîlek li Ferhaniyê hate kuştin û bi dehan ji wan birîndar bûn, lê li Telbîsê tenê ziyan madî bûn.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات