Rêbendên rêjîmê di orta bajarê Hesekê de ciwanan binçav dikin

Rêbendên rêjîmê di orta bajarê Hesekê de ciwanan binçav dikin
Li Hesekê careke din Kurd û kesên sivîl ji aliyê rêjîma Sûrî ve tên binçavkirin, lê vê carê tenê da kar bi wan bikin, doh li nava çargoşeya ewlekarî bêhtirî 15 kesan ji aliyê şaxê Hecanyê ve hatin girtin, û ji serê sibehê ve ta demjimêrên nîvroyê tûrikên axê bi wan kesan hatin dagrtin, piştre ew hemû kes hatin brdan.

Li barê vê mijarê Newroz Dîko yek ji wan xortan bû, ji Oient Net re axivî û got: "Em bêhtirî 15 kesan bûn, li ber dergehê navenda leşkerî ya Hecanayê me girtin, û bêhtirî 100 kîsên axê me dagirtin, karê xwe bi me kirin û di dawiyê de berê ma dan melê, ta avê jî nedan me û bi şêweyekî zordar danûstandin bi me re kirin".

Di heman dema ku şer li bajarê Hesekê hatiye rawestandin, û li gorî rêkaftina di navbera Asayîşa Rêveberiya Xweser û rêjîmê de, pêwîst e ku rêbendên rêjîmê ji nava bajêr bên hilanîn, lê diyar e ku ji aliyê rêjîmê ve gelek xalên wê rêkeftinê nayên cî bi cîkirin. û li çargişeya ewlekariyê rêbend li cihê xwe dimînin li gel ku kîsên axê li ser rêbendan bêhtir bilind dibin.

Di vê mijarê de welatiyê bi navê Hecî Selîm ji me re axivî û got: "Em wek kesên sivîl di bajarê Hesekê de, daxwaza me ew e ku ev şer neyê dûbarekirin, lê dema ku em dibînin rêjîm ta niha bi wê rêkeftinê ne pabend e, êdî metirsî li ba welatiyan bêhtir dibin, û ta niha jî ne diyar e ku rewşa bajêr ber bi ku ve diçe".

Ji hêla xwe ve û di dema ku rêjîm di kiryarên xwe de berdewam e, sivîlan digre û çavsoriyên xwe dike, ta niha Rêvebiriya Xweser, an ku Asayîş ji van kiryaran bêdeng mane, li vir kesên sivîl di bajêr de neçar dimînin, û nizanin ku pêşeroja wan dê bi çi rengî be.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات