Elûş: Kiryarên rêjîmê li Dareya û Mi’demiyê tawanên cengê ne

Elûş: Kiryarên rêjîmê li Dareya û Mi’demiyê tawanên cengê ne
Endamê desteya bilind a giftûgoyan a rikberiya Sûrî, Mihemed Elûş ragihand ku, valakirina bajarên Dareya û Mi’demiyê ji nişteciyên wan ji hêla rêjîmê ve kiryarine li ser asta tawanên cengê û surgunkirina bi zorê ne.

Elûş doza guhertina stratîjiya leşkerî li "şoreşgeran" kir û got ku, bila vegerin şerê koman, vedana xefkan û qutkirina rêyan çimkî kontrola bajaran derfetê dide rêjîmê da sivîlan siza bike û wan bajaran topbaran bike.

Endamê desteya rikberiyê amaje kir ku, destêwerdana Rûsî di Sûriyê de bi sedema kêmkirina rola Îranî ye, û gelek bargeh ên Îranî û yên mîlîşyeyên Hizbulah ji hêla balafirên Rûsî ve hatine topbarandin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات