Bi vexwendina Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMê li bajarê Serê Kaniyê, xwepêşindanek girseyî hate lidarxistin li dijî destwerdana Tirkiyê di bajarê Cerablusê de.
Gelek duruşm jibo piştgiriya HSDê û YPGê li hember komên çekdar li xwepêşindanê hatin gotin û hin peyv ji hêla siysetmedaran ve hatin xwendin.
Berdevkê TEV-DEMê li Serê Kaniyê ( Cahid ) berê xwe da cemawerên hazir û kolana Kurdî û got: “ Bilaa dudilî li ba miletê me çê nebe, bila kes ti fikaran li şikestin û firotina HSDê neke, em ê her berdewam bin jibo yekirina her sê kantonên Rojava, û em ê dorpêçê li ser Efrînê rakin“.
Herweha, serkirdeyê TEV-DEMê got: “Dê peymana Cezair a nû biser nekeve jiber nîr û merc ne yên sala 1975an in“.
Di vê xwepêşindanê de çend partiyên siyasî beşdar bûn û bi sedan xelkê bajêr piştî ku tevahiya bazarê hat girtin û di amadekirinek ewlehî pir bilind de ev xwepêşindan birêve çû.
التعليقات (0)