The Guardian: NYê 31 Melyon Dolar pêşkêşî Esed kiriye

The Guardian: NYê 31 Melyon Dolar pêşkêşî Esed kiriye

Hetikandineke nû li hetikandinên rêxistinên NYê ligel rêjîma Başar El-Esed zêde dibe, vê carê ji aliyê diziya alîkariyên mirovahî ku derbasî Sûriyê dibin.

Rojnameya The Guardian ya Berîtanî di raporeke xwe de aşkere kir ku NYê Meliyonên Dolaratan ji rêjîma Beşar El-Esed û saziyên wî re pêşkêş kiriye, û ragihand ku bêhtirî 31 Melyon Dolar weke alîkariyan li ser beşên cuda cuda pêşkêşî rêjîma Esed li Sûriyê bûne.

Ji wan 31 Melyonan 13 Melyon pere bo piştgiriya çandinyê li Sûriyê  gihştiye hikûmeta rêjîmê herwiha 4 Melyon bo alavên belavkirina Banzînê li ser erebe û tankên rêjîmê, p 5 Melyon Dolar weke alîkariyekê jibo tenduristiyê ji wezareta berevania rêjîmê re.

Jimarên wisa wendayî dibe cihê matmayê yê li ba her kesî û ya xirabtir ewe ku NYê bi xwe wê alîkariyê pêşkêş dike, û wiha tê  tekez kirin ku destê NYê jî dikeve kirîz û bobelata gelê Sûrî ew bobelata ku Beşar El-Esed sedema wê ye, nexasim ku ta niha ti lêkolîn derbarê wê dizî û hetikandina NYê çê nebûne.

Xala giring û cihê êşê ye li ba gelê Sûrî ewe ku alîkariyên li ser navê wan gihştine rêjîmê, lê kî ji rêjîmê, li gorî heman rapora The Guardian, beşê mezin ji wan pereyan gihştina rêxistinên bi navê Ramî Mexlûf Mixaletiyê Beşar El Esed û Hevsera Beşar Esmai El-Esed.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات