Li gundewarê Minbicê şervanên encûmena bajêr êrîşeke rêxistina DAIŞê ya terorîst bi tirembêleke mayinkirî pûç kirin û 6 çekdar jî kuştin.
Jêderên leşkerî ji gundewarê Minbicê ragihandin ku duh danê êvarî çekdarên DAIŞê xwestin tirembêleke mayinkirî di nav refên şervanên Minbicê de li aliyê başûrî rojhelatî bajêr biteqînin, lê ew tirembêl rastî bersiveke tund ji aliyê şervanên Minbicê ve hatin.
Wan jêderan gotin ku şervanên Minbicê heman tirembêl berî ku bighêje armanca xwe teqandin û 6 çekdar jî têde hebûn hatin kuştin.
التعليقات (0)