Parçekirina Sûriyê, li gorî plana jinû rêsandina nexşeya deverê bigiştî, bû tiştekî tekez kirî, û ev yek roj bi roj diyartir dibe, nexasim di çend rojên bûrî de, ku ji aliyekî ve, li Hesekê şer û pevçûn di nav Hêzên Rêjîmê û Hêzên Rêveberiya xweser de rû dan, û di encamê de ersika Rêjîmê li wê derê hate şikandin.
Li aliyê din li gundewarê Şamê, xelkên bajarê Dareya hatin koçberkirin ji bajarê xwe, ta Rêjîma Esed û milişên wî şûnê bigirin, û niha axaftin derbarê bajarê Mademiyê jî hene, û hemî xelkên van bajaran li bakurê welat, û bi taybet Idlibê têtin komkirin, û bi heman şêweyî li taxa Weir ya bajarê Himsê jî niha zor li şervan û xelkên taxê dibe ta jê derkevin, û otobosên kesk yên Rêjîmê her dem amade ne, ta rola xwe ya xirab bilîzin.
Li aliyeke din, Artêşa Tirkiyê û Hêzên Opozisyonê yên nêzîkî Tirkiyê, êrîşek xwe ji aliyê Tirkiyê ser bajarê Cerablusê li gundewarê Helebê kişandin, û çekdarên DAIŞê ji bajêr derxistin, di dema ku Serokê Tirkiyê “Receb Tayb Erdogan”ragihand ku êrîş dijî DAIŞê û PYDê ye di heman demê de.
Dema tu li her bûyerekê ji van bûyer teka teka binêrî wê Dareya te vegerîne rojên pêşî ji şoreşê û rondikên te wê bibarin li ser wî tiştê biserê wan hat, û têkçûna Rêjîma Esed li Hesekê wê hestên te yên Kurdî bilind bike, salên 2004an bîne bîra ta, û destêwerdana Tirkiyê jî wê bê bi rengê piştgiriyekê ji Opozisyona Sûrî re, mîna her dem, an emê bêjin ku ew bo plana Kurdan di Sûriyê de bişkîne.
Lê eger me ev bûyer û çend bûyerên din bi hev re girê dan, ku çima ev guhertinên mezin û jinişkêve çê dibin, ma Tirkiyê ji pênc salan ve li ku bû, û çima Rêveberiya xweser beriya niha bajarên Hesekê kontirol ne dikir, û Dareya ku Pênc salan berxwe de çima ew jî jinişkê ve fermana radestkirina wê hate dan?!!
Ev yek diyar dike ku planên eşkerekirî, û bi taybet yên li ser hestê xelkên normal dilîzin, tenê kumê veşartinê bû, ta planin kûrtir û mezintir bên meşandin, û niha nexşeya Sûriyê ya nû rojbiroj xêzên wê eşkere dibin.
Lê ma gelo Kurd bêpar man, an têk çûn?! Bersiva vê pirsê hesan û diyar e, lê dema em sembol û qerbalilxa TEV-DEM û ENKSê bidin aliyekî, ku her aliyekî semfoniyeke Kurdayatiyê bo welatiyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê lê didan, çimkî ne nexşeya Rojava ya TEV-DEMê belav kir, û ne Kurdistana Sûriyê ya bê nexşe ku ENKSê pê bang kir, tiştin berdest in.
Lîstik lîstika welatên mezin yên xwedî bandor e, û ji ber vê yekê, li gorî rewşa Kurdan ya niha, û rewşa deverê ya giştî, Kurd biser ketine, û bêpar nemane, çimkî Efrîn, Cizîr, û Kobanî, ti kes nêzîkî wan nebûye, û bê ku desthilata wan her Sê deveran bê nirxandin, çimkî desthilatên deverên şer ne ew desthilatên rewa û fermî ne li cem welatan, ew tenê mîrê şer in, û piştî ser bidawî tê bingehin nû ji lîstikê re tên danîn, û niha Kurd bûne numera asê di Sûriyê û deverê de, û roja Artêşa Tirkiyê derbasî Cerablusê bû, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel cîgirê Serokê Amerîkî Co Baydin li Enqerê bû, û piştî çend rojan ji şer welatê Baydin doza rawestandina şer kir, û di çend demjimêran de şer rawestiya.
Ev yek giraniya Kurdan di deverê de û siberoja wê de tekez dike, lê dimîne tenê ku em çawa zikreşiyê ji nav civaka xwe derxînin an qels bikin, û herweha, zimanê me himber civakên sînordaşê me zimanekî hişmend be, û dûrî zikreşiyê be, ta em ne îro biparêzin, lê em sibe biparêzin, û rastî em bibin stûnek ji stûnên Rojhelata Ravîn.
التعليقات (0)