Rojnameyeke Tirkî: DAIŞ dibistanekê li Enqerayê bo rahênanê bikar tîne

Rojnameyeke Tirkî: DAIŞ dibistanekê li Enqerayê bo rahênanê bikar tîne
Rojnameya "Milliyet" a Tirkî îro Çarşemê ragihand ku, rêxistina DAIŞê dibistanekê li paytexta welêt Enqerayê bo rahênana zarok û ciwanan bikar tîne da wan tevlî refên çekdarên xwe bike, û desthilata Tirkî bi vê yekê agahdar e.

Li gorî rapora rojnameyê, di wê dibistanê de, DAIŞ 30 kesên bi temênên xwe ji 9 ta 17 salî ne rahênan dike, û hin ji wan keç in, herweha avahiyek ji 5 katan li kolana "Olucanlar" li Enqerayê kirê kiriye û weke bîroyekê bikar tîne.

Heman rapor amaje kir ku, qeydkirina zarokan di wê dibistanê de li gorî reklamên rêxistinê li ser malperên civakî tête kirin, û di dawiya rahênanê de, bawernameyan perwerdeyê didin wan zarokan.

Rojnameya "Milliyet" bal kişand li ser kurkirina endamên DAIŞê yên li Enqerayê ji rihên xwe re, da ew çavan li ser xwe nevekin, û avahiya biçûk ya ku rêxistin bo lidarxistina civînên xwe li taxa "Hac Bayramê" di orta paytextê de hatiye hilweşandin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات