Waşinton: El-Ednanî di êrîşa balafireke Amerîkî de hate kuştin

Waşinton: El-Ednanî di êrîşa balafireke Amerîkî de hate kuştin
Berpirsekî di berevaniya Amerîkî de ragihand ku, serkirdeyê rêxistina DAIŞê û berdevkê wê Ebû Mihemed El-Ednanî ji hêla balafireke wan ve hate armanckirin, û di wê êrîşê de hate kuştin.

Berpirsê Amerîkî diyar kir ku, lêdana asîmanî tirimbêlek li bajarokê Babê yê Sûrî armanc kir, lê wî negot ku El-Ednanî hatiye kuştin.

Ji hêla xwe ve, ajansa E’imaq a rêxistina DAIŞê kuştina El-Ednanî tekez kir bêyî ku şêweyê operasyona kuştinê zelal bike.

Hêjayî gotinê ye ku, berpirsekî Amerîkî di warê şer li dijî terorê de amaje kir ku, kuştina serkirdeyê DAIŞê ziyan gihande rêxistinê li wê deverê, û gelek ji hêza DAIŞê ya leşkerî û ya darayî ji destê wê çûne, lewra ew berê xwe dide pêkanîna êrîşan li Ewropa û rojhilatê Asyayê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات