Encûmena leşkerî ya bajarê Cerablusê û gundewarê wê hêzên xwe vekişandin başûrî çemê EL Sacûr, da ku bi şerê Tirkiyê re ziyan negihêjin sivîlan.
Di daxuyaniyekê de Encûmena leşkerî ya bajarê Cerablusê ragihand, ku piştî firokeyên Tirkiyê hejmarek komkujî dermafê welatiyên gundên başûrî Cerablusê de pêk anîn û gefên hêzên dijberiyê, ku dê ew di topbarana heman gundan de berdewam bin eger ew ji wan gundan dernekevin, û jibo ku ti ziyan neghêjin sivîlan, wan hêzên xwe vekişandin başûrî çemê El Sacûr, da ti behane di destên Tirkiyê û dijberiyê de nemînin, ku gundan topbaran bikin.
Di daxuiyaniyê de hat ku gelek ji welatiyên gundên başûrî Cerablusê koçberî bajarê Minbicê bûne, jiber ku welatî dibêjin, ew qebûl nakin di bin desthelata Tirkiyê de bijîn.
التعليقات (0)